VOOZH about

URL: https://ku.wiktionary.org/wiki/sivik

⇱ sivik - Wîkîferheng


Here naverokê
Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]

Rengdêr

[biguhêre]
Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
sivik siviktir herî sivik (merkezî)
tewrî sivik (rojavayî)
siviktirîn (soranîzm)
👁 Image
Perên teyran sivik in loma bayê xurt dikare wan bifirîne.

sivik

  1. ne giran, ne qurs, ne sengîn,
    tişta/ê bo hilgirtinê hêsan anku sanahî,
    tişta/ê ku weznakêm e
  2. biçûk, xwarina biçûk yan ya bi hêsanî dihele
    Me taştek sivik xwar û em bi rê ketin.
  3. ne dijwar, ne mezin, ne zehmet, ne giring,
    tişta/ê ti bandorek mezin nîne yan nake
    Sizayek / cezayek sivik
  4. xewa ne kûr
    Filankes xewsivik e = bi hêsanî ji xew şiyar dibe
  5. lezgîn, ya / yê ku dileze
    Sivoke siv'kê darê, ji vê darê çû wê darê. (gotinokek e)

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • »Nûruha fî nezerî zulmetu dacin we-helek«
    Ji hewa bend te kirim şubhetê bayê di sivik
    Çi ji biska te bibêm ah-i ji biska te çelek
     — (Melayê CizîrîDîwan~1640)

Dijmane

[biguhêre]

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Herwiha

[biguhêre]

|sivik bûn<q:lêker> |sivik kirin<q:lêker> |sivikbûn<q:navdêr> |sivikkirin<q:navdêr> |sivikbûyî<q:rengdêr> |sivikkirî<q:rengdêr> |aqilsivik |destsivik |pêsivik |ruhsivik |sivikahî |sivikatî |sivikayî |sivikî |sivikîtî |siviktî |sivkok }}

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî سووک (sûk) (sûk < *siwik), kurdiya başûrî siwik, sûk, suwik, sêvik, farisî سبک (sebok), pehlewî sepuk, hexamenişî sepu-ke, îraniya kevn *θrap/tarp, sanskrîtî trap, ji proto-hindûewropî *trep- . Hevreha terpilîn. Belkî şenik ya zazakî jî ji eynî rehî be.

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya light a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.